Mesrûr Barzanî di salvegera derkeftina biryara 688ê ya Civata Ewlehiyê de peyamekê parve dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja salvegera derkeftina biryara 688ê ya Civata Ewlehiyê ya Navdewletî de peyamekê parve dike ku di pareke wê de hatiye, “Em tekez dikin ku hêşta metirsî û gef li ser xelkê Herêma kuristanê û maf û destkeftiyên wê hene”.

Ev jî deqê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:

Îro 33 sal bi ser derkeftina biryara 688ê ya Civata Ewlehiyê ya Navdewletî ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî re derbaz dibin ku li roja 05ê Nîsana 1991ê ji encamê êrîşên hovane yên rijêma berê ya Îraqê û koça milyonî ya xelkê Kurdistanê ber bi sinoran ve peyda bû.

Ev biryara giring û dîrokî ya Civata Ewlehiyê ya Navdewletî bû bingehek ji bo danana devera dijefirînê û di encamekê de sinorekî ji bo êrîş û zilm û stemkariyên rijêma Beis dana û Kurdistan ji jenosîdeke din parast û Civaka Navdewletî bi hawara gelê Kurdistanê hat û paştir jî hilbijartinên Perlemanê hatin kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat pêkanîn.

Biryara 688ê werçerxaneke dîrokî ye ji xebat û tekoşîna gelê Kurdistanê pêxemetî mafên wan ên rewa. Di vê bîranînê de, me gelek rêz û spasî ji bo ji bo alîkarî û piştevaniya Civaka Navdewletî û welatên Amerîka û Brîtanya û Fransayê hene, xasma piştevanî û piştgiriyên Xudêjêrazî Serokê berê yê Fransayê Franso Mitran û hevjîna wî ya dosta dilsoz a gelê Kurd Danielle Mitran qet nayên jibîrkirin. Herwesa piştgiriya Xudêjêrazî Serokê Amerîkayê George Bush û herwesa rêzdar Serokwezîrê wê demê yê Brîtanyayê John Mager Wezîrê Derve yê wê demê yê Amerîkayê James Baker hejî rêz û spasiyên xelkê Kurdistanê ne. di eynî demê de em spasiya alîkariyên her du welatên Îran û Tirkiyeyê jî dikin ku sinorên xwe li ber bi sedan hezar penaberên Herêma Kurdistanê vekirin.

Di salvegera biryara 688ê de, em tekez dikin ku hêşta metirsî û gef li ser xelkê Herêma kuristanê û maf û destkeftiyên wê hene û pêdivî ye Civaka Navdewletî helwesteke cidî li ser parastina xelkê Kurdistanê û bergiriîkirina ji mafên wan ên rewa hebe û piştrastiyê bide ku xelkê Kurdistanê parastî be û careke din rûbirûyî pêlên jenosîdan û binpêkirina mafên xwe nebe.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

05ê Nîsana 2024ê

Fly Erbil Advertisment