Serokê Herêmê û Serokê Iraqê tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Hevpeymaniyê Dewletê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd tekezî li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û cîbicîkirina rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir, di hevdîtina li Bexdayê de rewşa giştî ya welat, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û hewlên çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û cîbicîkirina rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya ji bo avakirina hikûmeta federal û dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyên wê, dûrî pirsên siyasî kirin. Herwiha hevkarî û hevahengiya aliyên siyasî ji bo parastina aştî û aramiya welat pêwîst dîtin.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê ku têgihîştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rêkeftina li ser mijara mûçeyê dê bandoreke erênî li pêşxistina peywendiyên her du aliyan bike.
Herwiha Serokomarê Iraqê tekezî li ser giringiya piştevanîkirina ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmeta federalî û rola Serokê Herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkan, hewlên wî yên berdewam ên ji bo nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan de, bilind nirxand.