Mûsa Ehmed: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bizavê dike wekî Barzanî di xizmeta xelkî de be
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya tîmeke Îtalî fitareyekê ji bo 324 malbatên şehîdan rêk dixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya tîmeke Îtalî, ku pêştir li bereyên şerî alîkariya hêzên Pêşmergeyan dikir, fitareyekê ji bo 324 malbatên şehîdan rêk dixe û paştir alîkariya wan dike.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herdem bi dezgehên xêrxwazî, rêkxistiyên navdewletî û kesatiyên cîhanî re hevaheng bûye”.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwesa got, “Îtalyayê pêştir ji bo rûbirûbûna DAIŞê rahênan bi hêzên Pêşmergeyan kirine û di wî warî de roleke bibandor hebû”.
Mûsa Ehmed amaje jî da, “Me wekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bizav kir malbatên şehîdên şerê DAIŞê nêzî wan hêzan bikin”.
Navbirî tekez jî kir, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî sihwaneyek bûye û bizav kiriye wekî Barzanî di xizmeta xelkê xwe de be”.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî eşkere jî kir ku dê li ser wan bizavan berdewam bin.