Pileyên zêdetirî 14 hezar Pêşmergeyan hatin bilindkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pileyên 14 hezar û 747 piledar û Pêşmergeyên girêdayî dîwan û lîwayên peyade yên girêdayî Wezareta Pêşmerge hatin bilindkirin.
Wezareta Pêşmerge îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) belav kir, “Bi fermana Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Ismaîl, biryar li ser bilindkirina pileyên 14 hezar û 747 piledar û Pêşmergeyên girêdayî dîwan û lîwayên peyade yên girêdayî Wezareta Pêşmerge hat dan”.
Biryara bilindkirina pileyên wan Pêşmergeyan, wekî ku di wê ragehandina de hatiye, li dû madeya 14ê ji sîstema hejmar 6 a sala 2011ê ya peyrewa sîstema raje û xanenişîna Pêşmergeyan a girêdayî qanûna hejmar 38 a sala 2007ê, biryara wezarî ya Wezareta Pêşmerge, Birêveberiya Îdareya Giştî ya hejmar 6033 li roja 04.12.2011ê taybet li ser bilindkirina pileyên karmendan hat derxistin.