Biryareke din a Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berjewendiya welatiyan de tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo lêborîna 100% ya sizayên paşxistî yên ku li ser xwedîkaran li ser hev kom bûne, taybet bi tevlîbûna destebera civakî tê bicihanîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, li dû hikmên madeya heştê ya qanûna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, hejmar 3 ya sala 1992ê hatiye edilandin û amaje bi rûniştina Civata Wezîran ya hejmar 128 li roja 27.03.2024ê, li ser pêşniyara Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed, Civata Wezîran bi tevahiya dengan biryar li ser van xalan da:
1. Lêborîn ji bo 100% ya sizayên paşxistî yên ku li ser xwedîkaran li ser hev kom bûne, taybet bi tevlîbûna destebera civakî, bi şertekî di dema 90 rojên karî de ji roja karpêkirina vê biryarê ve 100% ya pereyê tevlîbûna destebera civakî bidin.
2. Tevaya wezaret û aliyên peywendîdar vê biryarê bicih tînin, ji roja giştandina wê biryarê ji aliyê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ve.
3. Ev biryar li rojnameya Weqaîhî Kurdistan tê belavkirin.