Bi wêne; Serok Barzanî Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Kitêban vedike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 17ê Nîsana 2024ê) gera 16ê ya Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Kitêban vekir. Gera 16ê ya Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Kitêban ji îro heta 27ê vê mehê berdewam dibe, ku 300 dezgehên çapê û navendên weşanê ji 22 welatan tevlî wê bûne û yek milyon û 500 hezar navnîşanên cuda cuda yên kitêban pêşkêş dikin.