Mîranî: Çar hezar pasport li Hewlêrê temam bûne û xwediyên wan wernagirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe radigehîne, “Çar hezar pasport li Birêveberiya Pasportan a Hewlêrê temam bûne û xwediyên wan naçin ku wan werbigirin”.

Birêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe Hêmin Mîranî li ser tora civakî ya Facebookê nivîsiye, “Çar hezar pasport li Birêveberiya Pasportan a Hewlêrê temam bûne û xwediyên wan naçin ku wan werbigirin, hene ku salek û çend sal di ser re derbaz bûne”.

Hêmin Mîranî herwesa nivîsiye, “Givaştin li ser birêveberiya me heye û niha jî pasportên wan derkeftine û pere mezaxtiye û naçin ku wan werbigirin”.

Navbirî herwesa daxwaz kiriye, “Welatiyên Hewlêrê, hêvîdar im herin pasportên xwe werbigirin, tîmên me li Birêveberiya Pasportan a Hewlêrê we haydar dikin”.