Li Kerkûkê boriyeke gazê şkestiye

Dîmenê boriya şkestî / Wêne: Hêmin Delo - K24
Dîmenê boriya şkestî / Wêne: Hêmin Delo - K24

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev nêzî pênc seetan e ku boriyeke gazê li gundekî başûrê Kerkûkê şkestiye. Zirarên canî ji wê rûdanê çê nebûne lê veguhastina gazê bi rêya wê boriyê hatiye rawestandin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo ragehand, “Nêzî seet 04:00 ê serê sibeha îro (Duşem, 29.04.2024) boriyeke gazê li nêzî gundê Qizilyarê yê bajarê Kerkûkê şkestiye ku gaz ji bo Kompaniya Bakurê ya Gazê vediguhast”.

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Çend deqîqeyan piştî şkestina wê boriyê, bêhna gazê bi awayekî berfireh li derdora gundê Qizilyarê belav bû, lewma ew gund ji tirsên şewatê de bi temamî hat berdan”.

Niha Tîmên Bergiriya Şaristanî û Tîmên Teknîkî yên Kompaniya Bakurê ya Gazê mijûlî çarekirina wê boriyê ne. Berpirsên wê kompaniyê ji peyamnêrê K24ê re ragehand, “Ew rûdan teroristî nebûye”. Herwesa eşkere kir, “Şandina gazê hatiye rawestandin”.

Li dû gotina berpirsên Kompaniya Bakurê ya Gazê, di çend seetên bê de ew borî dê bê çarekirin û gaz dê ji wê kompaniyê re bê şandin. Eynî çavkaniyê di derheqa ziraran de jî ron kir, “Çi zirarên canî ji wê rûdanê çê nebûne”.

Fly Erbil Advertisment