Li Bexdayê jin li dijî guhartina madeyekê nerazîbûna xwe nîşan didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bexdayê jinan îro 1ê Gulana li dijî guhertina madeya 57 a ku behsa hembêzkirina jinan ji zarokan re piştî berdanê dike, xwepêşandanek lidar xistin.
Ev ne cara yekê ye ku jinên Iraqî xwepêşandanan li dijî guhartina vê madeyê dikin, ku hin parlamenteran daxwaza sererastkitina vê madeyê dikin.
Beşek ji jinên Iraqî di wê baweriyê de ne ku ev made li dijî wergirtina zarokan û hembêzkirina wan e û dibe sedema paşguhkirina mafên jinan di civakê de, ji ber vê yekê jin hişyariyê didin ku guhertina vê madeyê dê bibe sedema metirsiyên civakî. Bi taybetî ev made jinan neçar dike ku piştîberdanê zarokên xwe bidin mêran.
Jinên Iraqî dibêjin metirsiyeke din a vê madeyê heye, ew jî ferzkirina mezhebekê li ser hemû Iraqiyan e, bi taybetî di warê zewacê de. Jin di wê baweriyê de ne ku guhertina vê madeyê ferzkirina mezheba Caferî li ser hemû mezhebên din ên Iraqê ye.
Xwepêşandêrên jin daxwaz dikin ku ew made neyê guhartin, ji ber ku demek e hewlên guhertinê tên dayîn, ku berî çar salan ew yek ji aliyê Dadgeha Federalî ve hatibû redkirin.