Bakur û Başûrê Kurdistanê tekezî li ser zêdekirina pevguhartina bazirganiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Jûra Bazirganiyê ya Diyarbekirê diyar kir, serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bo Hewlêrê dibe sedemek ji bo pêşdebirina têkiliyên aborî yên her du aliyan.
Serokê Jûra Bazirganiyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya di pêşwaziya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şandeke Jûra Bazirganiyê ya Hewlêrê de ragihand, Tirkiye çendî peywendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re berfireh bike, dê qebareya bazirganiya wê jî zêdetir bibe.
Kaya got: “Pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê di van 5 salên borî de, ne di asta pêşbînîkirî de bûn, lê em di wê baweriyê de ne ku serdana dawî ya Serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dê ji qebareya bazirganiya navbera me ji yên salên 2013-2015an de zêdetir be.”
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û şandeke sermayedar û karsazên Herêma Kurdistanê bi mebesta pêşxistin û berfirehkirina peywendiyan, serdana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin.