Li Necefê 1.4 milyon hebên madeyên hişbir hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Necefê 1.4 milyon hebên madeyên hişbir yên ku di nav qomaşan de veşartîbûn hatin desteserkirin.
Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê aşkere kir, li Necefê 1.4 milyon hebên madeyên hişbir ku di nav cilên jinan de veşartî bûn.
Amaje bi wê yekê kir jî, “Qaçaxçiyek hat girtin ku bi niyaz bû wan heb û madeyên hişbir bo deverên din bişîne.”
Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Îraqî got jî: “Hebên desteserkirî bi rêya kompanyayên veguhestinê derbasî Iraqê bûne.”