Tirkiyeyê di meha borî de nêzîkî ji 16 hezar penaberên Sûrî dersînor kirin

Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) –  Desthilatên Tirkiyeyê nêzîkî 16 hezar penaberên Sûrî di meha borî de ji nava xaka xwe derkirin û şandin navçeyên cuda yên bakurê Sûriyeyê.

Li gor malpera “North Press”, desthilatên Tirkiyeyê di meha Nîsana borî de 15 hezar û 700 penaberên Sûrî di 4 deriyên sînorî re derkirin û şandin navçeyên cuda yên bakurê Sûriyeyê yên di destê çekdarên opozîsyonê de.

Li gorî hatiye ragihandin, 7400 Sûrî ku di nava wan jin û zarok hene, di deriyê Bab El-Hewa re derbasî parêzgeha Idlibê kirin.

Desthilatên Tirkiyeyê 4500 kes di deriyê Bab El Selamê re û 2000 kes di deriyê Cerablusê re derbasî navçeyên parêzgehên Helebê kirin.

Herwiha 1800 penaberên Sûrî jî di deriyê Girê Sipî re derbasî parêzgeha Reqayê kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Fly Erbil Advertisment