Li gundê Perwarê yê Sêrtê hezaz çê bû

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Xezxêrê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê, li gundê Perwarê hezazek çê bû û ji ber hezazê rêya gund hat girtin.
Hat ragihandin ku welatiyên ji ber girtina rêyan asê mabûn, ji aliyê tîmên rizgariyê ve hatine rizgarkirin.
Ji aliyê Parêzgariya Sêrtê ve bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku ji ber barîna barana bê navber, li gundê Perwarê yê ser bi Xezxêra Sêrtê ve hezaz çê bûye û ji ber ku rê bi axê hatiye girtin, tîmên rizgariyê berê xwe dane cihê hezazê û 2 jê mamoste, 12 welatiyên ku di rêyê de asê mabûn, rizgar kirine.
Di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji aliyê tîmên Îdareya Taybet a Bajêr a Sêrtê ve xebatên vekirina rêyê hatine destpêkirin û xebatên wan berdewam dikin.