Asayîşa Hewlêrê bikujekî xelkê Tirkiyeyê û du alîkarên wî digire

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê girtina bikujekê xelkê Tirkiyeyê û du alîkarên wî li Komelgeha Mela Omerê ya girêdayî Hewlêrê radigehîne.
Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro (Pêncşem, 02.05.2024) girtina bikujek û du alîkarên wî ragehand ku berî çend şevan li Komelgeha Mela Omerê ya girêdayî Hewlêrê tawaneke kuştin û birîndarkirinê di derheqa du welatiyên biyanî de kiriye.
Li dû zanyarên Asayîşa Hewlêrê, berî çend şevan kesekî ku xelkê Tirkiyeyê ye kesekê biyanî kuştiye û yekê din jî birîndar kiriye, tenê ji ber ku arêşeyeke pereyan di navbera wan de hebû.
Her li dû zanyarên ku bi dest K24ê keftine, Tîmên Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê bi hevahengiya Asayîşa Westgehan li ser wê rûdanê dest bi vekolanan kir û nasnameya tometbaran eşkere kir.
Asayîşa Hewlêrê ragehand, “Sê kes bi tawana kuştinê li Komelgeha Mela Omerê ya girêdayî Hewlêrê hatine girtin, tawanbarê serekî xelkê Tirkiyeyê ye ku pêştir jî tawan kirine. Piştî kirina tawana kuştinê li Komelgeha Mela Omerê, wî bizav kiriye ku derbaz bibe lê ji aliyê hêzên Asayîşa Westgehan ve li yek ji westgehan hatiye girtin û ji bo Asayîşa Hewlêrê hatiye şandin”.
Asayîşa Hewlêrê eşkere jî kir, “Tometbarên duyê û sêyê jî di wan tawanan de alîkariya wî bkujî kiriye”.