Karmendekî polîsên Raperînê bi sedema jiberçûna Kilorê canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Polîsên Raperînê radigehîne ku, karmendekî wan li Pişderê bi sedema jiberçûna Kilorê canê xwe ji dest daye.
Birêveberiya Polîsên Raperînê îro (În, 03.05.2024) ragehandinek belav kiriye ku tê de hatiye, “Serê sibeha îro karmendekî polîsên wî sinorî bi navê Ebdula Babekir Elî ku xelkê gundê Bêgilasê ye bi sedema jiberçûna Kilorê canê xwe ji dest daye.
Birêveberiya navbirî amaje jî daye, “Saxlemiya polîsekî din jî bi navê Ferhad Azad Ebdula ji ber bandora gaza Kilorê têk çûye û ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin”.
Erkê wan her du karmendên Birêveberiya Polîsên Raperînê parastina pirojeyê ava vexwarinê ya taybet li Qeladizê bû.
Birêveberiya Polîsên Raperînê herwesa serexweşî li kesûkarên karmendê wexerkirî kir û daxwaza çarebûneke bilez jî ji bo karmendê birîndar kir.