Li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rojane 75 geşt tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, rojane 75 geşt li firokexaneyê tên kirin û tê pêşbînîkirin ku bi zêdebûna hêlên asmanî re, hejmara geştên asmanî yên rojane bigihe 105 geştan.
Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragihand, wan amadekariyên temam ji bo werzê geştiyariyê kirine û çaverê dikin ku çendîn kompaniyên nû yên asmanî dest bi geştên xwe bo Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bikin û hejmara geştyaran û kompaniyên asmanî ji sedî 23.6 zêde bibe.
Li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rojane 75 geştên asmanî ji aliyê 19 kompaniyên asmanî ve têne kirin. Biryar e 3 hêlên din ên firokvaniyê din dest bi geştên xwe bo firokexaneya Hewlêrê bikin û rojane hejmara geştên esmanî bigihe 105 geştên esmanî.
Li gor amarên Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, di sala 2023ê de, 2.68 milyon geştyaran bi rêya firokexaneyê geşt kirine.
Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê amade ye geştên xwe yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê ji nû ve dest pê bike. Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî dibêje, ew li benda firokexaneyên Turkish Airlines, Anadolu û Jet in jî.
Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê di sala 2005an de hat vekirin. Bi dirêjahiya 4800 metro, li ser asta cîhanê heştemîn firokxaneya dirêj e.