Mesrûr Barzanî: Pêdivî ye zanîngeh alîkarên piroseya pêşxistina jêrxaneya aborî bin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa tevlîbûna xwe ya di Dîdara Xwandina Bilind a Herêma Kurdistanê û Urdinê de peyamekê li ser tora civakî ya Xê belav dike.
Îro (Yekşem, 05.05.2024) bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dîdara Xwandina Bilind a Herêma Kurdistanê û Urdinê li jêr navnîşanê “Wênekirina paşerojê bi rêya pêşxistina berdewam” li Hewlêra paytext, bi tevlîbûna şandeke bilind a Wezareta Xwandina Bilind a Urdinê û hejmareke zêde ya zanîngehên Urdinê û Herêma Kurdistanê, bi rê ve çû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Me li Dîdara Xwandina Bilind a Herêma Kurdistanê û Urdinê tekez kir ku pêdivî ye zanîngeh û navendên me yên akademî li astê pêşkeftinên bilez ên serdem bin û bibin alîkarên piroseya pêşxistina jêrxaneya me ya aborî”.
Li destpêka wê dîdarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de ragehand, “Qeyran qet me sar nakin ku em pûte û giringiyeke temam bi pêşxistin û pêşvebirina xwandinê û zanîngehên xwe nedin”.