Nêçîrvan Barzanî û Reîsî tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Hewlêr - Tehranê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya û di civînê de behsa berfirehkirina peywendiyên bazirganî û aborî li ser binemaya cîrantî, berjewendiyên hevbeş û bilindkirina asta pevguhartina bazirganî kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de peywendiyên dêrîn û dîrokî yên di navbera Komara Îslamî û Herêma Kurdistanê de bilind hatin nirxandin.

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî spasiya û pêzanîna Komara Îslamî ya Îranê bo Herêma Kurdistanê nîşan da, ku hevkariyan pêşkêşî heciyên îranî yên bo mezargehên pîroz ên li başûrê Iraqê dike, dema ku di Herêma Kurdistanê re derbas dibin.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di mijareke din a vê hevdîtinê de, tekezî li ser pêwîstî û giringiya berdewamiya hevahengî û hevkariyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê û Herêma Kurdistanê de, ji bo parastina aştî û aramiya navçê hate kirin.

Fly Erbil Advertisment