Nêçîrvan Barzanî û Hisên Emîr Ebdilahiyan danûstandinan li ser peywendiyên Hewlêr û Tehranê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê danûstandinan li ser peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re dikin.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Piştî nîvroya îro (Duşem, 06.05.2024) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re li Tehranê di civînekê de bi Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan re danûstandin li ser peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re dikin”.
Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamkirina peywendiyan ji bo her du welatan kir û behsa derfetên zêdekirina livîn û lihevguhertinên bazirganî û çalakiyên aborî û kar û pirojeyên kertê taybet ê Îranî li Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.
Di tewerekê dî yê wê civînê de, her du aliyan bal kêşa ser rewşa siyasî û giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên deverê û tekez li ser parastina seqamgiriyê kir.



