Serokê Herêma Kurdistanê fermana qezakirina Xurmalê derxist

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê fermana qezakirina Xurmalê derxist.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 09.05.2024) fermana herêmî ji bo qezakirina Xurmalê îmza kir.
Nêçîrvan Barzanî li dû qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmar 1 a sala 2005ê ya edilandî û li ber ronahiya daxwaza Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di wî warî de, biryar li ser qezakirina Xurmalê li sinorê parêzgeha Helebceyê bi eynî sinorê niha yê nahyeya Xurmalê da.
Ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê ji îro ve tê bicihanîn û hemî rêkarên îdarî ji bo vê meremê tên despêkirin. Qezakirina Xurmalê dibe sedema baştirbûna rewşa deverê ji aliyê xizmetkarî û kargêrî ve û zêdetir xizmeta xelk û welatiyan dike.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 30.07.2023ê di daxuyaniyekê de ragehand, “Xelkê nahiya Xurmalê daxwaz kir ku nahiya wan bibe qeza, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ferman da Wezareta Navxwe ku bi hevahengiya parêzgeha Helebceyê dest bi piroseya îdarî bikin û amadekariyên avakirina qezaya Xurmalê temam bikin”.
Wezareta Navxwe jî ragehand, “Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji roja Duşemê, 31.07.2023, dest bi piroseya îdarî û pêngavên kiryarkî ji bo qezakirina Xurmalê tê kirin.
Xurmal dikeve bakurê parêzgeha Helebceyê û 10 kîlometran dûrî navenda wê ye û bi dehan gund bi ser wê ve ne, herwesa bi dûratiya 70 kîlometran li rojhilatê Silêmaniyê ye, zincîreya çiyayên Hewramanê lê ye. Ji ber xweza û hewayê wê yê xweş jî, geştyar her çar werzan serdana wê dikin.