Qenber: Çi asteng di rêya cotyarên Sergeran û Pirdê de nînin ku genimê xwe radest bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Sayloya Kerkûkê amajeyê dide, “Pêşbînî tê kirin ku berhemê genimê cotyarên Kerkûkê ji bo îsal 600 hezar ton be”.
Birêveberê Sayloya Kerkûkê Hisên Qenber îro (În, 10.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Çi asteng di rêya cotyarên Sergeran û Pirdê de nînin ku genimê xwe radestî Sayloya Kerkûkê bikin”.
Hisên Qenber herwesa got, “Em pêşbînî dikin ku berhemê genimê cotyarên Kerkûkê ji bo îsal 600 hezar ton be û hemî hêdsankarî jî ji bo wergirtina genimê cotyaran li tevaya deverên girêdayî Kerkûkê bikin”.
Navbirî herwesa got, “Me îro dest bi wergirtina genimê cotyarên parêzgeha Kerkûkê kir”. Amaje jî da, “Sayloya me amade ye tevaya genimê pêşbînîkirî werbigire”. Ron jî kir, “Her tonek bi eynî nirxê par tê wergirtin”.
Birêveberê Sayloya Kerkûkê tekez jî kir, “Em bi Fermandeya Operasyonên Kerkûkê re di peywendiyên rasterast de ne ji bo radestkirina tevaya genimê li îdareya sinorê parêzgeha Kerkûkê hatiye berhemanîn”. Herwesa got, “Em dê hemî hêsankariyan ji bo wê pirojeyê bikin û çi asteng di rêya cotyarên Sergeran de nînin ku genimê xwe radestî Sayloya Kerkûkê bikin û sinorê Pirdê û Sergeranê çi arêşe nînin”.
Roja Çarşemê, 08.04.2024, alozî di navbera Erebên hawirdekirî û cotyarên Kurd de li sinorên Sergeranê û li gundê Pelkaneyê çê bû û paştir ew rewş hat kontirolkirin.
Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo li gundê Pelkaneyê ragehand, “Erebên hawirdekirî xwast zêdetir givaştinê bixin ser cotyarên Kurd û erdê wan dagir bikin”.
Hêmin Delo herwesa got, “Cotyarên Kurd li beranberî Erebên hawirdekirî rawestiyan û di encamê de alozî çê bû û paştir jî Erebên hawirdekirî di navbera xwe de rûbirûyî hev bûn û alozî di navbera wan de çê bû û li dawiyê çadirên xwe ragirin”.
Cotyarên Kurd jî ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Armanca Erebên hawirdekirî ew bû ku erdê me Kurdan dagir bikin”. Herwesa got, “Fermandeya Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê rê dabû wan ku erdê me dagir bikin”.
Cotyarên Kurd ron jî kir, “Ew kesên vê têkdanê dikin pênc malbat in û bi awayekî fermî hatine qerebûkirin û peymanên wan hatine hilweşandin”.