Xirîstiyanên Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke nû ya siyasî pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ermenên Herêma Kurdistanê tevlî Hevpeymaniya Hemorabî bûn û hevpeymaniyeke siyasî ya nû bi navê Hevpeymaniya Xiristiyanan pêk anîn, ta ku nûneratiya hemû welatiyên Ermen, Suryan, Aşûrî û Kildanî bike.
Serokê Hevpeymaniya Hemorabî Ano Cewher li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, duhî êvarê 10.05.2024an, Desteya Siyasî ya Hevbendiya Hemorabî ku ji Partiya Encûmena Netewî ya Kildanî, Partiya Tevgera Civîna Suryaniyan, Besta Kildanî ya Navdewletî, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kildanî û Tevgera Şilama ji bo Karûbarên Xirîstiyanan pêk tê, bi amadebûna nûnerên Ermenên ji Komîteya Îdarî ya pêkhateya Ermenan, li baregeha qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve civiyan.
Ano Cewher da zanîn, di civînê de pêşwazî li tevlîbûna Ermenan ji bo beşdarbûna di Hevpeymaniya Hemorabî de hatin kirin û piştî gotûbêjên berfireh, li ser damezrandina hevpeymaniyeke siyasî ya yekgirtî ya bi nasnameyeke yekgirtî ya niştimanî ya xirîstiyanan bi navê (Hevpeymaniya Xiristiyanan) hat lihevkirin.
Herwiha di civînê de rewşa siyasî ya niha ya ku navçe, Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî tê re derbas dibe, hate gotûbêjkirin.
Aliyên pêkhêner ên Hevpeymaniya Xiristiyanan tekezî li ser daxwaza xwe ya hilweşandina kursiyên kutayan li Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Federalî ve kirin û ew biryar bi biryareke nedadperwerane bi nav kirin û tekezî li ser vegerandina her 11 kursiyên kutayan kirin.