Letîf Reşîd: Guherîna jîngehê yek ji mezintirîn kêşeyan e ku rûbirûyî hemû welatan bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sempozyûma taybet a bi hişkesaliyê û bandorên keşûhewayê de, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd got, guherîna jîngehê yek ji mezintirîn kêşeyên ku hemû welat rûbirûyî wê bûne ye, Iraq jî di nav de.

Bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Gulanê Sempozyûma Navdewletî ya taybet bi hişkesaliyê û bandorên guherîna keşûhewayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê li Hewlêrê dest pê kir.

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di gotarekê de ragihand, “Van guhertinan bandor li ser jiyana aborî, çandinî û çavkaniyên avê li welatê me kiriye. Her kes dizane ku av çavkaniya herî mezin a jiyanê û geşepêdanê ye. Guhertina jîngehê yek ji mezintirîn pirsgirêkan e ku rûbirûyî hemû welat dibe ye, di serî de jî Iraq.”

Herwiha got: “Zêdebûna nifûsê ji aliyekê ve û zêdebûna têkdana jîngehê ji aliyekî din ve, bûne sedem ku jîngeh wêran bibe. Ev hemû jî ewlekariya xurek xistiye metirsiyê. Li Iraqê di salên dawî de hişkesalî û lehiyê zêde bûne.”

Serokkomarê Iraqê amaje bi wê jî kir, “Welatên cîran av ji bo Kurdistan û Iraqê bi awayekî giştî kêm kirine.”

Letîf Reşîd diyar kir: “Ji bilî wê jî, rêvebirina nebaş a çavkaniyên avê ji aliyekî ve û avdana bi awayên kevin ji bo çandiniyê jî, bandor li jîngeha ku em tê de dijîn kiriye.”

Got jî: “Yek ji pirsgirêkên din, bilindbûna pileya germê ye, bi bikaranîna zêde ya peynê çandiniyê, bûne sedema qirêjiya avê. Herwiha çolbûna zeviyên me yên çandiniyê jî pirsgirêkek din e. Ev hemû bûne sedem ku nifşên me yên paşerojê rastî gelek pirsgirêkan bên.”

 

Fly Erbil Advertisment