Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokkomarê Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Iraqê tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser binemaya destûr û rêkeftinan kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Gulanê pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amade bû, her du alî li ser pêwîstî û girîngiya rêzgirtin li sîstema federaliya Iraqê, qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser binemaya destûr û rêkeftinan, hevnêrîn bûn.
Her di vê derbarê de, tekezî li ser wê yekê hate kirin ku Serokkomarê Iraqê desthilarên xwe weke parêzgerê destûrê, ji bo parastin û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, bikar bîne.