Nêçîrvan Barzanî: Leyla Qasim mînaka canfedayî û berxwedana gelekî pêxemetî azadiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di sêdaredana Şehîd Leyla Qasim de peyamekê belav dike û tê de dibêje, “Em silavan ji canê pakij ê Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê re dişînin”. Herwesa dibêje, “Ew mînakên canfedayî û berxwedana gelekî pêxemetî azadiyê û serfiraziyê ne”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 12.05.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de ragehand, “Di bîranîna 50 saliya şehîdkirina wan de, Em silavan ji canê pakij ê Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê re dişînin”.
Nêçîrvan Barzanî herwesa di wê peyamê de gotiye, “Ew mînakên canfedayî û berxwedana gelekî pêxemetî azadiyê û serfiraziyê ne”.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Leyla Qasim mînaka kiçeke serbilind a Kurdistanê ye ku bîranîna wê heta hetayê dimîne”.