Mesrûr Barzanî: Me pêşniyar kiriye Rêya Pêşxistinê di rojhilata Dicleyî re derbaz bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me di derheqa Rêya Pêşxistinê de pêşniyarek daye Bexdayê ku xerciya wê kêmtir e û feydeyê wê yê aborî zêdetir e”. Hêvî jî kir ku, “bi temambûna wê rêyê feyde tenê ji bo welatên derve nebe, belkî xelkê Îraqê jî feydeyî jê werbigire”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12.05.2024) di çarçoveya sempozyoma girêdayî hişkesaliyê û bandora guhertinên seqayî li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Îraqê de tevlî panelekê bû û tê de ragehand, “Ên ku nexşeya niha ya Rêya Pêşxistinê danaye pilanek heye”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Me pêşniyar kiriye ku Rêya Pêşxistinê di rojhilata Dicleyî re derbaz bibe ku xerciya wê kêmtir e û feydeyê wê yê aborî jî zêdetir e, ne wekî ku Bexdayê pêşniyar kiriye ku di rojavayê Dicelyî re derbaz bibe. Ji ber kêmiya hejmara xelkî li wê deverê, kêmtirîn feyde dê ji bo xelkî hebe”.
Li dû wê pêşniyara ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê kiriye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, "Me pêşniyar kiriye ku ew rê li Başûrê Dihokê di Sêmêlê re ku dibe rojhilata Dicleyî biçe Mûsilê, Hewlêrê û Kerkûkê û paşî heta Besreyê biçe, ku vê yekê gelek zêdetir feyde heye, lê ew pilana wan danayî pilaneke şaş e ku di Rojavayê Dicleyî re biçe".
Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Serokwezîrê Îraqê wesa hatiye tê gehandin ku eger ew rê di rojhilatê Dicleyî re biçe, xerciya wê dê zêdetir be, lê wesa nîne. Ez hêvîdar im ev mijar neyê siyasîkirin û karekî nekin ku ev piroje her ji bo hindê be ku tenê welatên derve feydeyî jê werbigirin, belkî xelkê Îraqê jî feydeyî jê werbigire”.
Pêştir jî çend caran Şanda Wezareta Veguhastin û Gehandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê û daxwaz kiriye ku Rêya Pêşxistinê di nav bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê re derbaz bibe û welatiyên wan deveran jî feydeyî jê werbigirin.
Rêya Pêşxistinê ji rêya bejahiyê, hêlên asinî û benderên avê pêk tê, ji kendavî di nav Îraqê û Herêma Kurdistanê re derbaz dibe heta digehe Tirkiyeyê û ji wê derê jî ber bi Ewropayê ve diçe ku zêdetirî 25 welatan dê ji bo lihevguhertinên bazirganî feydeyî jê werbigirin.