Leyla Qasim li Diyarbekir hat bîranîn
Diyarbekir (K24) – Di salvegera darvekirina Leyla Qasim de li Diyarbekirê rêrismek bîranînê hat li darxistin. Di bîranînê de hat amajekirin ku dema jin kedê bidin doza eteweyî ew doz hêjatir dibe û çêtir nêzîkî serkeftinê dibe ku Leyla Qasim jî mînaka herî xurt a vê rewşê ye.
Ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê ve li Diyarbekirê bi boneya salvegera şehîdkirina Leyla Qasim a ku di sala 1974ê de ji aliyê rejima baas ve hatibû darvekirin rêrismek bîranînê hat li darxistin. Leyla Qasim beriya were darvekirin li ruyê kujerê xwe nihêrîbû û sirûda Ey Reqîp xwendibû û ji ber vê yekê jinên kurd ên beşdarî rêrismê bûyîn bi Ey Reqîp dest bi rêrismê kirin. Di rêrismê de hat amajekirin ku Leyla Qasim nava remzên neteweyî de remzek girîng û hêja ye.
Endama Komîsyona Jinan a PWKê Rojbîn Bukun ji K24ê re got: “Leyla Qasim nava dîroka neteweyî ya Kurdistanê de remzeke neteweyî ye, dema ku jin sûdê didin doza neteweyî ew doz hêjatir û girîngtir dibe. Wek jinek kurd wisa dibinim.”
Di rêrisma bîranîna Leyla Qasim û hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Silêman Mîran de siyasetmedaran amaje kirin ku divê rola Leyla Qasim di dîroka neteweyî ya kurd de baş were zanîn.
Berdevkê PWKê Cano Amedî dibêje: “Leyle Qasim yekem jin e ku di doza serxwebûna Kurdistanê de hatiye darvekirin. Ji ber vê yekê divê Leyla Qasim baş were nasîn û were nasandin.”
Siyasetmedar balê dikêşin ku doza neteweyî de 2 aliyên girîng hene ku yek belavbûna hişmendiya neteweyî nava gêncan de û yek jî ew e ku belavbuna hişmendiya neteweyî nava jinan de ye.