DAIŞê êrîşî artêşa Îraqê û Heşda Şebî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Berî demeke kêm li parêzgeha Selahedînê, çekdarên DAIŞê îro (Duşem, 13.05.2024) êrîş kir ser artêşa Îraqê û Heşda Şebî û efserek û hejmareke serbazên artêşa Îraqê kuştin û birîndar kirin.
Li dû zanyarên ku bi dest K24ê keftine, efserekî bi pileya muqedim rûkin ku fermandeyê wê fewcê ye tevî çar serbazên din di wê êrîşê de hatine kuştin û heşt serbazên din jî birîndar bûne.
Ew êrîş li gundê Esbehiyatê yê nêzî deşta Uzêmê di navbera Diyala û Selahedînê de hatiye kirin.
Herwesa li dû zanyaran, teroristên DAIŞê ji aliyekî din ve li nêzî devera Mutîbîciyeyê li Selahedînê êrîş kiriye ser Heşda Şebî.
Li dû zanyaran, ew êrîş ji aliyê du xwekujan ve hatine kirin.