Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Serokê Dadgeha Federalî re dicive

Nêçîrvan Barzanî û Casim Mihemed Ebûd Humadî
Nêçîrvan Barzanî û Casim Mihemed Ebûd Humadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Dadgeha Federalî re civiya û bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî re jî di civînê de ye.

Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê Şivan Cebarî îro (Sêşem, 14.05.2024) got, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd Humadî re civiya”.

Şivan Cebarî herwesa got, “Serokê Herêma Kurdistanê ji bo sê hevdîtin û civînan serdana Bexdayê kiriye ku yek ji wan bi Serokê Dadgeha Federalî re bû ku ji bo dema nîv seetê vekêşa”.

Navbirî herwesa got, “Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê re di civînê de ye û ji bo êvarê jî dê ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve mêvandariya wî bê kirin”.

Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê ron jî kir, “Du pirsên giring di karnameya vê serdanê de hene, yek ji wan girêdayî mûçe û budce û pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî de ye. Pirsa duyê jî girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ye”.

Şivan Cebarî bal kêşa ser wê yekê jî ku Serokê Herêma Kurdistanê piştî civîna bi Sûdanî re her îşev vedigere Herêma Kurdistanê.

Fly Erbil Advertisment