Şanda Herêma Kurdistanê gehişt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Bexdayê.
Şanda Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 14.05.2024) bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab gehişt Bexdayê.
Li dû ragehandina Wezîrê Darayî û Aborî, armanc ji wê serdanê ew e ku danûstandin li ser edilandina xişteyên qanûna budceyê bên kirin û çarekirina wan arêşe û astengên di dema edilandina wê qanûnê de ji bo pişka Herêma Kurdistanê çê dibin.
Li dû zanyaran, budceya sala 2024ê ya Îraqê 228 tirilyon dînar in lê rêjeya kurtanînê li bernaberî sala borî gehiştiye asteke bilind û bi zêdetirî 80 tirilyon dînaran tê xeminanadin, zêdetirî 100 tirilyon dînarên budceyê jî ji bo mûçeyên fermanberan hatine danan, perleman li benda şandina xişteyê budceyê ye.
Pişka parêzgehên naverast û başûrê Îraqê û xasma wan parêzgehên rêjeya hejariyê di astekê bilind de ye û arêşeyên xizmetkariyan hene duberekî di navbera firaksiyonên nav perlemanê de çê kirine û ji wê budceyê razî nînin a ku ji bo parêzgehên wan hatiye terxankirin.