Viyan Dexîl: Vegerandina awareyên Şingalê bi zorî jenosîdeke din e

Viyan Dexîl
Viyan Dexîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Hin alî naxwazin Şingal aram û seqamgir bibe”. Herwesa dibêje, “Pêdivî ye lihevkirina Şingalê bê bicihanîn ji bo ku ew jenosîda li beranberî Êzidiyan û Şingaliyan hatiye kirin dubare nebe”.

Berdevka Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl duhî (Sêşem, 14.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Vegerandina bi zorî ya Êzidî û Şingaliyan ji bo deverên wan ku heta niha aram û seqamgir nînin jenosîdeke din e û ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ve tê bicihanîn”.

Viyan Dexîl amaje jî da, “Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê bi merem û armanceke siyasî dixwaze kempan dabixe û wê mijarê wekî destkeftî ji xwe re tomar bike”.

Berdevka Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Çi xizmetkarî û avedanî li Şingal û sinorên wê nînin”. Tekez jî kir, “Vegerandina bi zorî ya awareyan û daxistina kempan gefeke eşkere ye li ser wan”.

Rêkxistina Human Rights Watch di raportekê de radigehîne, “Pêngavên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ji bo daxistina kempên awareyan li Herêma Kurdistanê ku nêzî 157 hezar kesan li 23 kempan akincî ne gefan li ser silametiya awareyên Şingalê çê dikin”.

Fly Erbil Advertisment