Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê pîroz dike û dibêje, “Em bi rêz û hurmet li rolê giring ê mamostayên Kurdistanê di perwerdekirin û fêrkirina nifşên xwe de dinêrin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 15.05.2024) ji bo salvegera 62ê ya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyameke pîrozkirinê parve kir ku tê de hatiye, “Ez gerimtirîn pîrozbahî pêşkêşî serok û endamên Mekteba Sikirtariyetê û tevaya mamostayan dikim û daxwaza pêşkeftinê jê re dikim”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amje jî daye, “Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê di serdemeke dijwar de hat damezrandin û dîrokeke rengîn ji xebata rêkxistin û pîşeyî û berevanîkirina ji maf û daxwaziyên mamostayên Kurdistanê û bergirîkirina ji mafên rewa yên xelkê Kurdistanê heye û em bi rêz û hurmet li rolê giring ê mamostayên Kurdistanê di perwerdekirin û fêrkirina nifşên xwe de dinêrin”.
Mesrûr Barzanî hêvî jî kir ku, “Mamostayên Kurdistanê li ser erkê xwe yê pîroz berdewam bin, ji bo pêşxistina hizira niştîmanperwerî û pêşxistina xwendekaran û nifşên me li ser perwerdeyeke rast û dahênerane û hebandina Kurdistanê û berevanîkirina ji destkeftiyên niştîmanî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê”.