Nêçîrvan Barzanî: Mamosta bingeha pêşkeftina civakê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Mamosta ji texên herî giring in û bingeha pêşkeftina civakê ne”. Herwesa dibêje, “Rolê mamostayan di rojên dijwar de qet nayê jibîrkirin”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 15.05.2024) ji bo salvegera 62ê ya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyameke pîrozkirinê belav kir.
Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye, “Di salvegera 62ê ya damezrandina wê de, ez bi germî pîrozbahiya Mekteba Sikirtariyetê ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û tevaya mamostayên Kurdistanê dikim. Ez daxwaza serkeftin û pêşkeftinên berdewam ji bo wan dikim. Ez bi rêz û hurmet li erk û westiyan û peyama pîroz a mamostayan di perwerdekirin û pêşxistina nifşan de dinêrim”.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Mamosta ji texên herî giring in û bingeha pêşkeftina civakê ne. Ez piştgiriya hemî maf û daxwaziyên wan ên rewa dikim û ew hejî jîn û jiyareke baş û tenahî û rihetiyê ne”.
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, “Rola mamostayan li serdema şoreşê û di dema azadiyê de û herwesa dilsozî û bêhinfirehiya wan di rojên dijwar de ji bo ku piroseya xwandin û perwerdekirinê raneweste qet nayê jibîrkirin”.
Di dawiya peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Di vê bîranînê de, em bi rêzdarî hemî wan mamostayên ezîz libîr tînin ên ku pêxemetî azadiya gelê xwe xebat kir û canê xwe feda kir”.