Kerkûk.. Erebên hawerde konên xwe rakirin û cotkarên gundê Pelkanê dest bi dirûnê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebên hawerde çadirên xwe rakirin û cotkarên kurd ên gundê Pelkanê yê Kerkûkê dest bi çinîna berhemên xwe kirin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, piştî serdana şanda parlamentoya Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdulla bo gundê Pelkanê, niha erebên hawerde, çadirên xwe rakirin û cotkarên kurd dest bi çinîna berhemên xwe kirin.

Artêşa Iraqê ji ber zextên erebên hawerde ji 2 hefteyan e rê nedida ku cotkarên Kurd dexlûdanê xwe bidûrin û hewla dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd didan.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê ya Kerkûkê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmeha 2017an, careke din hewl tên dayîn ku zeviyên kurdan bidin ereban hawerde.

 

Fly Erbil Advertisment