Di doza Kobaniyê de 28 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş hate birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Giran a Enqerê di rûniştina 83. a Doza Kobaniyê de, biryara ji 130 rûpelan pêk tê aşkera kir. Di dozê de, 28 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Selahettîn Demîrtaş hate birîn.
Li gorî biryarê, “bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê girtîgehê ji Demîrtaş re hate dayîn. Bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
Her wiha ji ber axaftina Demîrtaş di Newroza 21’ê Adara 2016’an de 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê, ji ber axaftina xwe ya di 29’ê sibata 2016’an de ya li Diyarbekirê bi îdiaya “Ji bo gel bi qanûnan neke sor kiriye” salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Biryara Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî dihatin darizandin, hat ragihandin. Rûniştina dadgehê îro demjimêr 11.15’an li salona dadgehê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê destpê kiribû.
Biryarên din ên dadgehê jî wiha ne:
Ahmet Turk: Ji “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Alî Urkut: Cezayê muebbeta giran daxistin 16 sal cezayê girtîgehê. Ji ber helwesta di dema darizandinê de ev ceza daxistin 13 sal û 4 mehan. Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn.
Alp Altinors: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 18 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha bi îdiaya “Sorkirina ji bo sûc” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Altan Tan: Ji CMK’ê 223’yan biryara beraetê hate dayîn.
Ayhan Bîlgen: Hem ji 302’yê û hem jî ji “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê hate dayîn.
Ayla Akat Ata: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Bi zêdekirin û daxistinê re 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Dema pêvajoya girtîmayînê dayîn berçav, biryara tehliyeyê hate dayîn.
Aynur Aşan: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Bi hinceta gumana revê, biryar hate dayîn ku rewşa wê ya girtî bidome.
Aysel Tugluk: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn.
Ayşe Yagci: Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Rewşa wê ya girtî dan ber çavan û biryara tehliyeyê hate dayîn.
Bulent Parmaksiz: 16 sal ceza hate dayîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ceza piştre derxistin 4 sal û 6 mehan.
Dîlek Yagli: 16 ceza lê hate birîn. Bi îdiaya “Ji bo sûc bê kirin sor kiriye” 2 sal ceza hate birîn. Ev ceza hate zêdekirin û derxistin 4 sal û 6 mehan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
Emîne Ayna: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn, ji ber îdiaya “Endamtiya rêxistin” 10 sal ceza hate birîn.
Beyza Ustun: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.
Fîgen Yuksekdag: 19 sal cezayê girtîgehê hate birîn û ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Ji hêla “endamtiya rêxistinê û birêvebirina rêxistinê” ceza nehat dayîn. Bi îdiaya “tehrîkkirinê” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Ji ber îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Li gel cezayên bi îdiayên cuda hatina birîn, bi giştî 32 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Gulfer Akkaya: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" biryara beraetê hate dayîn. Şertê kontrola edlî hate rakirin.
Gultan Kişanak: Ji îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” biryara beraetê hate dayîn. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate birîn. Nîviya ceza hate zêdekirin û derxist 12 salan. Biryara tehliyeyê hate dayîn.
Gunay Kubîlay: 16 sal cezayê girtîgehê hate birîn û biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Îsmaîl Şengul: 16 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
Îbrahîm Bînîcî: Biryara beraetê hate dayîn.
Mesut Bagcik: 9 sal ceza hate birîn. Tevdîra kontrola edlî hate rakirin.
Nazmî Gur: Cezayê hetahetaya giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Bi îdiaya “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Pervîn Oduncu: Cezayê hetahetaya giran hate dayîn, ceza daxistin 18 salan. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn.
Sebahat Tuncel: Ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal ceza hate dayîn. Ceza derxistin 12 salan. Dema girtîmayînê hate destgirtin û biryara tehliyeyê hate dayîn.
Sirri Sureyya Onder: Der barê hemû îdiayan der barê wî de biryara beraetê hat dayîn.
Zekî Çelîk: Bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê hetahetaya giran hat dayîn. Ceza ji ber "alîkariyê" daket 18 salan. Her wiha biryara girtina wî hat dayîn. Ji xeynî vê bi îdiaya "tehrîkkirina sûc" 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Zeynep Karaman: Bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê hetahetayê hat dayîn. Ev jî bi hinceta "lîkariyê" ceza daket 18 salan. Her wiha bi hinceta "tehrîkkirina sûc" jî 4 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Der barê 36 kesan de, biryara beraetê hat dayîn.
Der barê Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelliyê yên di Doza Kobanê de girtî, biryara beraetê hat dayîn.