Li Dihokê şanoya Dadgeha Şahmaranê hat pêşkêşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li hola Mihemed Arifê Cizîrî li Dihokê, şanoya Dadgeha Şahmaranê hat pêkêşkirin.
Şanoya Dadgeha Şahmaranê di çarçoveya Festîvala Kolîja Hunerên Ciwan de li hola Mihemed Arifê Cizîrî li Dihokê hat pêkêşkirin û ji aliyê cemawerekê zêde ve hat pêşwazîkirin.
Helket Idrîs ku nivîserê wê şanoyê ye ji K24ê re got, “Ev çîrokeke şanoyî ye, behsa rewşa nivîseran dike ku çend asteng tên pêşiya wan dema mijarekê dinivîsin. Herwesa ev çîrok behsa dastanekê dike ku ferheng û resenatiya wê Kurdî ye û hatiye jibîrkirin û em dixwazin careke din wê binasînin”.
Helket amaje jî da, “Ev şano bi tevlîbûna deh ekteran hat pêşkêşkirin, ku ev cara yekê ye tê pêşkêşkirin û biryar e piştî Dihokê li bajarên din jî bê pêşkêşkirin”.
Şanoya Dadgeha Şahmaranê ji nivîsîna Helket Idrîs û derhênana Ha Ebdulezîz e. Ekterên ku rol di vê şanoyê de jî dîtine ev in: Hêvan Emîn, Herman Haşim, Omer Adil, Şirîn Eyûb, Zelal Ehmed, Mistefa Rêber, Araz Yûsif, Mihemed Idrîs, Saman Behzad û Ehmed Mistefa.