Gultan Kişanak piştî 7 sal û nîvan vegeriya Diyarbekirê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak ku piştî heft sal û nîvan di Doza Kobaniyê de girtî bû, duhî hate berdan û çû Diyarbekirê.

Piştî dewamkirina doza Kobanî ya bi salan, berî du rojan dadgehê biryar da û bi giştî 5 tahliye, 12 beraat hatin ragihandin. Her wiha di nav siyasetmedarên ku serbest hatin berdan de jî, siyasetmedarên jin ên wekî Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel jî hebûn.

Hevşaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak li Diyarbekirê ji aliyê Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîrî û xelkê ve pêşwazî lê hate kirin

Kişanak amaje bi wê yek kir, ji ber ku hevalên wan ên din nehatine berdan, bi azadbûna xwe dilxweş nebûne, lê ew bawer dike dê hemû hevalên wan werin azadkirin.

Kişanak wiha axivî: “Bawer im dê wijdan serkeve, wek ku li Kobanê biser ketiye. Doza Kobanê jî dê bikeve zibildanka dîrokê. Hemû hevalên me dê bigihin azadiya xwe. Wê demê emê werin Amedê û dîlaneke mezin ya azadiyê emê bigêrînin. Îro em kêm in, em hinek xemgînin in, hinek birîndar in. Wek ku kevirek li dilê me girêdan û em berdane. Em bi berxwedanê hatin van rojan. Min silav û hêviyên azadiya hevalan anîn Amedê.”

Fly Erbil Advertisment