Balafirên şerî yên Tirkiyeyê gundekî nahyeya Dînarteyê bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Berî demeke kêm, balafirên şerî yên Tirkiyeyê gundê Zana li nahyeya Dînarteyê bombebaran kir.
Peyamnêrê K24ê Arî Hisên îro (Duşem, 20.05.2024) ragehand, “Balafirên şerî yên Tirkiyeyê gundê Zana li nahyeya Dînarteyê bombebaran kir, lê heta niha çi zanyar li ser wê bombebarankirinê nehatine eşkerekirin”.
Pêştir Şandiyê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Şerê Hevpeymanan li Dijî DAIŞê James Jaffery ragehand, “Divê Tirkiye bi hevahengiya Îraqê êrîşên li ser PKKyê bike”.
Di çarçoveya çend daxuyaniyan de ji bo malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê, James Jaffery li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bingehên PKKyê li Herêma Kurdistanê ragehand, “Tirkiye şerê dijî terorê dike û mafê wê ye lê divê êrîşên xwe bi hevahengiya Îraqê bike”.