Erebên hawerde li başûrê Kerkûkê êrîşî ciwanekî Kurd kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebên hawerde li navçeya Dawûd a başûrê Kerkûkê êrişî xortekî kurd kirin û serê wî bi boriyeke hesinî şikandin. Bavê kurik jî dibêje, ereb xedrê li me dikin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê hot, di demekê de ku hewl bo çareserkirina kêşeyên cotkarên parêzgeha Kerkûkê tên dan, erebên hawerde êrîşî cotkarên Kurd dikin.

Peyamnêrê me got jî, cara dawî erebên hawerde li gundê Nedrawe yê li başûrê Kerkûkê êrişî xortekî kurd ê bi navê Dana Ehmed kirin, bi boriyeke hesinî lê xistin û piştre gule di ser re berdan.

Ciwanê Kurd Dana Ehmed ê rastî êrişa ereban hatiye ji K24ê re got: “Erebên hawerde pez û dewar anîne nav zeviya me, min ji wan re got ku pez û dewarên xwe ji axa me derxin, lê 2 kesên ereb li min xistin, piştre xizmên min bi hawara min ve hatin û ez rizgar kirin.”

Bavê Dana jî got: “Bi hawara me ve werin, erebên hawerde xedrê li me dikin.” Herwiha daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê were çareserkirin.