Fraksiyona PDKê daxwaza vegerandina zeviyên gundê Pelkaneyê bo xwediyên wan ên resen dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje: Em daxwaza vegerandina zeviyên gundê Pelkaneyê bo xwediyên wan ên resen dikin.
Serokê Fraksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ragihand, îro li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, komîteyek ji Bexdayê serdana Kerkûkê kir, ji bo lêkolînkirina pirsgirêka cotkarên Kurd li Pelkaneyê.
Hesen Mecîd got jî, komîteyê guhdariya cotkarên kurd û ereb kir, wan wek frakisyona PDKê hejmarek belgeyên zeviyan dan komîteyê ku xwediyên zeviyên ên resen tê de diyar dibin.
Gundê Pelkaneyê dikeve bakurê Kerkûkê û yek ji 40 gundên ser bi bajarokê Sergeranê ve ye ku hemû xelkê wî Kurd in. Di serdema rejîma berê ya Iraqê de, rûniştevanên wê hatin derxistin û zeviyên wan ji erebên naverast û başûrê Iraqê re hatin dayîn. Ev rewş heta proseya azadkirina Iraqê di sala 2003’an de berdewam bû.
Ne tenê gundê Pelkaneyê li navçeya Sergeranê, bi pirsgirêkan re rû bi rû ye, belkû cotkarên gundên Gabeleka, Şenaxa, Xerabe û Serbeşaxê jî bi berdewamî ji aliyê erebên hawerde û artêşa Iraqê ve rêgirî li wan tên kirin ku zeviyên xwe biçînin. Ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê ve, her 5 gund hertim di bin proseya erebkirinê û zextên hêzên ewlekariya Iraqê de ne.