Rêjeya geştiyaran li Bakurê Kurdistanê zêde bûye

Diyarbekir (K24) – Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekirê, Riha û Mêrdînê ku wekî navendên geştê ne, îsal rewşa geştiyariyê gelek baş bûye. Rêveberên qada otêlvaniyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ser vê pêla geştiyaran ragihand ku rêjeya otêlan li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê ji sedî 100 tijî bûye. Her wiha li gorî amarên otêlvanên Diyarbekirê jî hejmara geştiyarên ku 2 milyon dihat armanckirin, ji 2 milyonan derbas bûye.

Bajarên Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê şûnwarên xwe yên dîrokî ve bala cîhanê dikişînin, di warê geştê de jî di nav navnîşanên sereke de cihê xwe digirin. Li Diyarbekir, Mêrdîn, Riha Semsûr û gelek deverên herêmê, rêjeya geştiyariyê îsal gelek zêde bûye û ev rêje ji aliyê rêveberên Komeleya Otêlên Geştiyariyê yên Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî û sûdewar tê nirxandin.

Rêveberê Komeleya Otêlên Geştiyariyê yên Tirkiyeyê Kadîr Varçîn ji K24ê got: “Serdema geştiyariyê ya 2024an baş derbas dibe. Rêjeya hatina geştiyaran, di ser bendewariyên me re çêbû. Hemû otêlên li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Dîlokê tijî ne. Ango çawa vala dibin, wisa jî tijî dibin. Di navbera 23 û 26ê Gulanê de ango çend rojên din, 2yemîn Pêşangeha Xwarin û Geştiyariyê ya Mezopotamyayê li Diyarbekirê tê rêvebirin. Bi vê pêşangehê re dê hejmara geştiyaran hîn zêdetir bibe. Hatina geştiyaran çiqas zêde be, ji bo herêma me ewqas pêşketin çêdibe.”

Li gorî amarên fermî yên ji Parêzgariya Diyarbekirê hatin ragihandin, di sala 2023yan de milyonek û 253 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiriye û ji bo sala 2024an jî 2 milyon geştiyar dihat armanckirin. Li gorî otêlvanên Diyarbekirê diyar dikin, hemû otêl tevî ku rojane dibin jî ji sedî 100 tijî ne û bernameyên li pêşiya wan nîşan didin ku geştiyariya Diyarbekirê îsal ber bi rekorekê ve diçe.

Rêvebera Otêlê Gulîstan Bîroglu got: “Li Diyarbekirê, di Cejina Remezanê de jî otêlên me ji sedî 100 tijî bûbûn û hîn jî wisa tijî ne. Bi rastî pêla geştiyaran li bajarê me çêbû û ew pêl hîn jî bi geştên rojane û geştiyarên ku tên 3-4 rojan dimînin berdewam dike. Dema ku mêvanên me zêde bin, em otêlvan mêvanên xwe di nav hev de bi cih dikin. Dema em amarên geştiyarên razanê yên bajêr tomar dikin, em dibînin ku rewşa me ya geştiyariyê îsal gelek baş e û her ku diçe baştir dibe.”

Li gorî amarên fermî, par 2 milyon û 650 geştiyaran serdana Mêrdînê kiriye. Armanca rêveberên qada geştê ya Diyarbekirê jî ew bû ku îsal pêşwaziya 2 milyon geştiyaran bikin lê amarên dawî nîşan didin ku rêje ji 2 milyonan derbas bûye û ber bi 3 milyonan ve diçe.