Dayikên Şemiyê: Çiqas dem derbas bibe jî em wendayên xwe ji bîr nakin

Diyarbekir (K24) – Dayîkên Şemiyê ku 29 sal in li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyê dikin, dixwazin aqûbeta xizm û zarokên wan ên di salên 90î de di bin çavan de hatine wendakirin, were eşkerekirin û bersûc bên darizandin. Li Diyarbekir û Stenbolê jî dayîk û xizmên wendahiyan di hefteya 1000î de civiyan û bang li rayedaran kirin ku êdî dengên wan were bihîstin.

Dayîkên Şemiyê, ew kom e ku 29 sal in bêîteadiya sivîl dike û di raya giştî ya cîhanê de jî û di ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de jî ji nêz ve tê şopandin. Îro dibe 1000 hefte ku daxwaza dîtin û darizandina bersûcan tê kirin. Di çalakiya ku li Diyarbekirê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê hat kirin de rêveberên komeleyê ev daxwaz ji rayedaran kirin:

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Ercan Yilmaz ji K24ê re got: “Biryara Zagona Bingehîn heye. Dibêje ev çalakî çalakiyeke aştiyane ye û daxwaza aştiyê tê kirin. Ji ber vê jî em bang li xizmên wendayan û li parêzvanên mafên mirovan dikin ku werin, daxwazên xwe bînin zimên û li aqûbeta xizmên xwe bipirsin da ku ev çalakî berdewam bike.”

Di navbera salên 1976 û 1983yan de li Arjantînê komek dayîk li hev civiyabûn û bi navê “Dayîkên Gulanê” daxwaza zarokên xwe yên wenda kiribûn. Dayîkên Şemiyê ku van dayîkan mînak girtibûn, ji bo xwe Qada Galatasarayê ya Stenbolê hilbijartibûn. Lê çalakiya dayîkan, di hefteya 700î de hatibû qedexekirin. Piştî 6 salan li vê qadê cara yekem bendên polîsan hatin rakirin û dayîk, xwişk, bira û zarokan bi beşdariya siyasetmedarên Dem Partî û CHPê digel nûnerên saziyên sivîl û civakî car din daxwaza aqûbeta wendahiyên xwe kirin.

Sozdar Ozdemîr dibêje: “Bavê min Mehmet Ozdemîr, di sala 1997an de hatibû binçavkirin û di bin çavan de wenda bûbû. 4 caran hatibû binçavkirin, di cara 4an de wenda bûbû. Ji babê min re gotine dema em cara dawî te bibin, dê kes hestiyên te jî nebîne. Gora babê me tuneye ku em biçin serdanê bikin. Em dixwazin bersûc bên darizandin.”

Ber bi salên 90î ve binçavkirin ketibûn rojevê û kesên ku dihatin binçavkirin, dihatin wendakirin. Li gorî amarên saziyên ku mafên mirovan diparêzin; nêzîkî milyonek û 400 kes hatibûn wendakirin. Dayîkên Şemiyê dibêjin ku çiqas wext derbas bibe jî em wendayên xwe ji bîr nakin.

Fly Erbil Advertisment