8emîn Konferansa Brûkselê ji bo piştgiriya Sûriye û herêmê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – 8emîn Konferansa Brûkselê ya ji bo Piştevaniya Sûriyeyê li ser asta wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropa û welatên cîranên Sûriyeyê, nûnerên Netewên Yekgirtî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Sûriye, herêmî û navdewletî tê lidarxistin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de hate diyarkirin, armanca konferansê zêdekirina piştgiriya aborî ji gelê Sûriyeyê û welatên ku penaberên Sûriyeyê lê dimînin re ye. Herwiha tekezî li ser piştevaniya civaka navdewletî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) ye.

Di 30ê Nîsana borî de “Roja Diyalogê” ku yek ji rêyên “Brûksel 8” e, li paytexta Belçîkayê bi beşdariya rêxistinên mirovî yên Sûriye û navdewletî hatibû lidarxistin.

Daxuyaniyê tekez kir, Yekîtiya Ewropî û welatên endamên wê “mezintirîn aliyên bexşêner ên alîkariyên mirovî û bihêzkirina xweragiriyê ji bo Sûriye û herêmê ne.”

Herwiha daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê diyar kir, “wan bêtirî 33 milyar euro ji bo bersivdana krîza Sûriyeyê pêşkêş kirine.”

Konferansa Brûkselê, konferanseke asayî ji bo piştgirîkirina paşeroja Sûriye û herêmê ye û cara yekem di Nîsana 2017an de hatibû lidarxistin.

Kesên beşdarî konferansa berê bûne soza dabînkirina 5.6 milyar euro ji bo sala 2023 û şûnda dabû, di nav de zêdetirî 3.8 milyar euro ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve hatibû terxankirin, ji bo Sûriyên li navxwe û welatên cîranên Sûriyeyê yên ku mêvandariya penaberên Sûriyeyê dikin.