Hunermendek dahata stirana xwe pêşkêşî nexweşên penceşêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermend Yûsif Talib radigehîne, “Ez dê li van nêzîkan dahata vîdyo-kilîpa xwe ya bi navê Gwareyê pêşkêşî nexweşên penceşêrê bikim”.
Hunermend Yûsif Talib îro (Sêşem, 28.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Min stirana Gwareyê li bajarê Esfehanê yê welatê Îranê li ser hisaba xwe çê kiriye û ez dê dahata vê vîdyo-kilîpê pêşkêşî nexweşên penceşêrê yên Herêma Kurdistanê bikim”.
Yûsif Talib amaje jî da, “Ji aliyê kompozerê xwedan şiyan Tewhîd Wehîdêşî yê Esfehanî ve karê muzîk û mîks û maystirîngê ji bo vê stiranê hatiye kirin, ew hunermendên ku tevlî wê bûne hunermendên navdar û jêhatî yên welatê Îranê û bajarê Esfehanê ne û herwesa ji aliyê Emîr Emîrî ve li bajarê Esfehanê li roja 20.05.2024ê hatiye wênekirin”.
Navbirî herwesa got, “Her wekî ku min biryar dabû, ez dê di rojên bê de dahata stirana Gwareyê, ku ji aliyê komapniya Şapostê ve sponsoriya wê hatiye kirin, pêşkêşî nexweşên penceşêrê bikim”.