Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan li Soranê dana û pirojeyek jî vekir
Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan li Soranê dana û pirojeyek jî vekir

Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan li Soranê dana û pirojeyek jî vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro (Sêşem, 28.05.2024) serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û bi berpirsên wê yên îdarî re civiya. Paşî berê binyatî ji bo çar pirojeyan dana ku ji rêya dualî ya 40 metrî, hola helkeftinan - Şehîdên Azadiyê, parka nav bajarî, Parka Niştîmanî û Over Pasa Deriyê Soranê pêk tên.

Piştî danana berê binyatî ji bo wan her çar pirojeyan, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê li qezaya Rewandizê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vekir.

Wêne: Ferhad Ehmed