Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Koreya li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Koreya Başûr li Iraqê Choi Sung-soo kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Seungcheol Lim tê de amade bû, tekezî li ser pêşxistina zêdetir a peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Koreyê de hat kirin.

Balyozê Koreya, nêrîna Serokwezîr di karkirina ji bo pêşxistin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di hemû waran de bilind nirxand.

Balyozê Koreyê amaje bi peywendiyên dostane yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de jî kir, ku berî 20 salan tîma leşkerî ya Koreya (Zeytûn) hat Herêma Kurdistanê û têkeliyên fermî di navbera her du welatan de dest pê kir û çendîn pirojeyên giring li Kurdistanê pêk anîn, bi taybetî bi rêya Ajansa Hevkariya Navdewletî ya Koreyê/KOICA.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevanî, hevkarî û beşdariya Koreya Başûr di pirosesa geşepêdana Herêmê de nîşan da û tekez li ser girîngiya sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya wî welatî di warên curbicur de kir.