Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Australyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Australyayê li Iraqê Glenn Miles kir.
Di hevdîtinê de, her du alî li ser giringiya pêşxistina peywendiyên dualî, parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna metirsiya terorîstan li navçeyê, hevnêrîn bûn.
pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingehê destûrê, dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêmê û giringiya lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê di demeke guncayî de û di proseyeke azad û dadperwerane de û bi beşdarî û parastina mafên pêkhateyan, beşeke din guftûgoyên civînê bû.