Piştîwan Sadiq: Ti hêz nikare qewareya Herêma Kurdistanê têk bide
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîta Navendî ya PDKê dibêje, hemû aliyên siyasî bi taybet PDKê, parêzvanên destkeftên Herêma Kurdistanê ne. Herwiha got jî: “Ti hêzek nikare qewareya Herêma Kurdistanê hilweşîne.”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq îro 29ê Gulanê ragihand, hinek kes xuya dikin ku gotara populîstî dixin ber guhê ciwanan û dixwazin wan reşbîn bikin.
Herwiha tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî, siyasî û niştimanî ye, ti hêzek li cîhanê nikare vê qewareyê têk bide.
Piştîwan Sadiq got: “Hemû aliyên siyasî bi taybet PDKê, parêzvanên destkeftên Herêma Kurdistanê ne û pirsgirêk nikarin rê li ber pêşketinan bigirin.”
Herwiha got jî: “Dema Serokê Herêmê yan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana welatên cîhanê dikin, wek serokê welatekî serbixwe pêşwazî li wan tê kirin.”