Mesrûr Barzanî: Em li bendê ne Bexda pabendî dabînkirina mafê mûçexurên Herêma Kurdistanê be

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me erkên xwe bi cih anîne û em li bendê ne ku Bexda jî pabendî dabînkirina mafê mûçexurên Herêma Kurdistanê be”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehandiye, “Maf û erkên me di destûrî de bi awayekî ron hatine diyarkirin”.

Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Me erkên xwe bi cih anîne û em li bendê ne ku Bexda jî pabendî dabînkirina mafê mûçexurên Herêma Kurdistanê be”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Min daxwaz ji rêzdar Xemîs Xencer kir ku berdewamiyê bide danûstandinên li ser vê mijarê”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir, yek ji wan jî Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer bû.

Fly Erbil Advertisment