Piroseya Serhijmêriya Ezmûnî li Hewlêrê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya serhijmêriya ezmûnî ji bo dema du heftiyan li Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam dibe, li Hewlêrê jî li jêr çavdêriya Parêzgerê Hewlêrê ev pirose li qezaya Behirkê hat destpêkirin.
Li jêr çavdêriya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Bilind ê Serhijmêriya Giştî ya Parêzgeha Hewlêrê, bi hevaltiya Birêveberê Giştî yê Amarê yê Hewlêrê û tîma wî, piroseya serhijmêriya ezmûnî Îro (În, 31.05.2024) li qezaya Behirkê hat destpêkirin.
Di vî warî de nameyên her du wezîrên pilandananê yên Îraq û Herêma Kurdistanê pêşkêşî Parêzgerê Hewlêrê hatin kirin, ji bo birêvebirina karûbarên Serhijmêriya Ezmûnî û rêkarên wê.
Îro serhijmêriya ezmûnî li tevaya parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê tê kirin.
Forma wê serhijmêriyê zêdetirî 70 pirsyaran ji warên tendirustî, perwerde, kar, dahat û xizmetkariyan vedigire.
Wezareta Pilandananê ya Îraqê roja 20ê Mijdara îsal ji bo serhijmêriya giştî ya şêniyan li seranserî Îraqê tevî Herêma Kurdistanê diyar kiriye.
Dawî serhijmêriya şêniyên Îraqê li sala 1997ê hatibû kirin, wê demê hejmara şêniyên Îraqê tevî Herêma Kurdistanê 22.33 milyon kes bû.